Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 14:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne, karên xwe dike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Тӧ баԝәр наки кӧ Әз нава Баведа мә у Бав нава Мьнда йә? Әв хәбәред кӧ Әз ԝәрʼа дьбежьм, нә кӧ хԝәсәрихԝә дьбежьм, ле әԝ Баве кӧ нава Мьнда дьминә, Әԝ ә кӧ йа Хԝә дькә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 ما تِ باوار ناگَی گو اَز ناو بابودامَ و بابو ناو مِدایَ؟ اَو قِسه گو اَز بُ وَ دِبِژِم اَز بَخودا نابِژِم، بَلگو اَو بابه گو ناو مِدایَ، اَوَ گو شُله خو تینیتَ جی.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 14:10
26 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»


Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim.


Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin.


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Ewê ku Min hʼiz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime.


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim».


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime.


Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.


Min çi ku cem Bavê Xwe dîtîye, Ez wê dibêjim, we jî çi ku cem bavê xwe bihîstine wê yekê dikin».


Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.


Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be


Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye


Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ