Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 13:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Gava ew derkʼete derva, Îsa got: «Niha Kurʼê Mêriv hate rʼûmetkirinê û Xwedê jî bi Wî hate rʼûmetkirinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

31 Piştî ku ew derket derve, Îsa got: «Niha Kurê Mirov hat birûmetkirin û Xwedê jî bi wî hat birûmetkirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

31 Гава әԝ дәркʼәтә дәрва, Иса гот: «Ньһа Кӧрʼе Мерьв һатә рʼумәткьрьне у Хԝәде жи бь Ԝи һатә рʼумәткьрьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 وقته یهودا چو دَروَ، عیسی گُت: «نَهَ گوره انسان شُکوه و جلال پَیدا گِر و خدا ناو ویدا شُکوه و جلال پَیدا گِر.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 13:31
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî.


Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona rʼûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê rʼûmeta Kurʼê Xwedê bilind be».


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ew sihʼeta ku Kurʼê Mêriv wê bê rʼûmetkirinê pêrʼa gihîşt.


Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»


Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.


Ewê rʼûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û werʼa gilî ke.


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».


Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.


Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.


wekî em pesinê rʼûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ