Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 1:45 - Peymana Nû (Încîl)

45 Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

45 Filîpos Natanyêl dît û jê re got: «Me Îsayê Kurê Ûsivê Nisretî dît, ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

45 Филипо чу Натанйел дит у жерʼа гот: «Мә Әԝ дит, бона кʼижани Муса Ԛанунеда у пʼехәмбәра жи ньвисаред хԝәда сальхе Ԝи дабун, Исайе Кӧрʼе Усьве жь Ньсрәте».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

45 فیلیپُس، نَتَنائیل پَیدا گِر و گُتَ وی: «مَ اَو مِرُوه گو موسی پِیغَمبَر تَوراته دا باسه وی گِریَ و هَمژی پِیغَمبَرا راستا ویدا نِویسینَ، پَیدا گِریَ! اَو عیسی، گوره یوسف، خلقه شَهره ناصِره یَ!»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 1:45
41 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».


Eʼlaletê got: «Eva Îsayê Pʼêxember e, ji Nisreta Celîlê».


Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêrʼî û got: «Tu jî tʼevî ewî nisretî bûyî, tʼevî Îsa».


Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.


Wîrʼa gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe».


Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê rʼabû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêrʼa Beytlehʼm digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû.


Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan».


Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Îsa nêzîkî sî salî bû, gava Ewî dest bi kʼarê Xwe kir û wan tʼirê Ew kurʼê Ûsiv bû, Ûsivê Elî,


Hʼemûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye meʼrîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kurʼê Ûsiv e?»


Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs.


Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».


Fîlîpo jêrʼa got: «Xudan, kʼa Bavê nîşanî me ke, besî me ye!»


Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li Îsayê Nisretê!» Îsa gote wan: «EZ IM». Cihûdayê ku nemamîya Wî kiribû jî tʼevî wan bû.


Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê».


Pîlato tʼextek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, PʼADŞÊ CIHÛYA».


Şimhʼûn-Petrûs, Tʼûmayê ku jêrʼa digotin «Heval-cêwî», Natanyêlê ji Qanaya Celîlê, kurʼêd Zebedî û du şagirtêd Îsaye din hevrʼa bûn.


Û digotin: «Ne eva Îsayê kurʼê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji eʼzmên hatime xwarê›?»


Gava Îsa li dora Xwe nihêrʼî, dît ku eʼlaleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji kʼu derê bikʼirʼin, wekî ev merivana bixwin?»


Fîlîpo lê vegerʼand û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî tʼêra van nake, hema wekî her yekîrʼa peʼrîk jî bikʼeve!»


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Min lê vegerʼand: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Ewî minrʼa got: ‹Ez Îsayê Nisretê me, Yê ku tu dizêrînî›.


Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira


Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe».


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ