Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Tîmotʼêyo I 1:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

11 Ev yek li gor Mizgîniya birûmet a Xwedayê pîroz a ku li min hatiye spartin, weha ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әв һинкьрьн ль Мьзгинийа хԝәйирʼумәтә Хԝәдейе һежайи шькьрийе дьгьрә, кʼижан ль мьн һатийә спартьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَو دَرسا گو گورَیَگی انجیلا پْر ژه شُکوه و جلالا خدایه مبارَک بُ مِن هاتیَ سِپاردِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Tîmotʼêyo I 1:11
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Û heger min ev yeka bi hʼemdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi hʼemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Lê serbara-serda dîtin ku li min hatîye spartinê, wekî ez Mizgînîyê bidime necihûya, çawa ku li Petrûs jî hatîye spartinê, wekî Mizgînîyê bide cihûya.


wekî em pesinê rʼûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh.


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we,


Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Xuyabûna Wî wê wextê xweda ji alîyê Yê hêjayî şikirîyê û Tʼenêyî qewat, Pʼadşayê pʼadşaya û Xudanê xudanada eʼyan be.


Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.


Vê Mizgînîyêrʼa ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kʼifşkirinê


Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Rʼuhʼê Pîrozî nava meda xwey ke.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ