Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Selanîkî II, 2:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

2 ku hûn ne bi ruh, ne bi gotinê, ne jî bi nameyeke wek ku ji me be, bi gotinên wek, «Niha êdî Roja Xudan hatiye», di fikrên xwe de zû veneleqin û şaş nebin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

2 һун фькьре хԝәда зу шаш нәбьн у хԝә ӧнда нәкьн, нә пе пʼехәмбәртийе, нә пе готьне, нә жи пе нәʼма йанчийә мә ньвисибә: «Ва йә Рʼожа Хӧдан иди һатийә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 ناو فِکره خودا زو نَرَجِفِن آن پَرِشَ نَبِن، نه بِ رِحَگه، نه بِ قِسَیَگه، نه بِ نامَیَگه گو مِرُو دِبِژیت ژه آلیه مَیَ، گو دِبِژیت رُژا زُوِرینا عیسیْ خاده گَهَشتیَ،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Selanîkî II, 2:2
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Gava hûn dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.


Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.


Gava hûn bona şerʼ û deʼwa bibihên, netirsin, çimkî gerekê pêşîyê ev tişt biqewimin, lê axirîya dinê ne hingê ye».


Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin.


Û rʼuhʼêd pʼêxembera bin seʼvîtîya pʼêxemberada ne,


Ez bona tengasîya niha aha rʼê têrʼa dibînim ku meriv çi derecêda ye, bira usa jî bimîne.


Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe.


wekî van tengasîyada tʼu kes ji we nelikʼume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne.


Em vê yekê bi gotina Xudan werʼa dibêjin: Em ku hʼeta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tʼu car pêşîya mirîya nakʼevin.


çimkî hûn xwexa pʼak zanin ku Rʼoja Xudan wê mîna dizê şevê bê.


Awa xûşk-birano, nig bidin eʼrdê û wan rʼaw-rʼizima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi neʼmêd me be.


Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hʼemû neʼmêd min. Ez aha dinivîsim.


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ