Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Selanîkî II, 2:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Awa xûşk-birano, nig bidin eʼrdê û wan rʼaw-rʼizima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi neʼmêd me be.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

15 Îcar, madem ku wisa ye birano, nelebte bin û wê hîndariya ku bi gotinên me an jî bi nameyên me hûn hîn bûne, hişk bigirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

15 Аԝа хушк-бьрано, ньг бьдьн әʼрде у ԝан рʼаԝ-рʼьзьма ԛәԝин бьгьрьн, йед кӧ һун һин бунә, һәгәр бь готьнед мә бә, йан бь нәʼмед мә бә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَجا گَلی بِرایا، طیگ راوَستِن و اَو رَسمه گو مَ چه بِ قِسَدانا خو و چه بِ نامه خو فِرَ وَ گِرِن، خُدان گَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Selanîkî II, 2:15
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.


Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin,


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».


Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike.


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ