Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Selanîkî I, 5:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

11 Ji bo vê yekê, wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Бона ве йәке дьл бьдьнә һәв у аликʼарийа һәвдӧ бькьн, чаԝа һун дькьн жи.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا هَ وِسا گو اون هَ نَهَ ژی دِگَن، یِگودو تشویق گَن و آوا گَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Selanîkî I, 5:11
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.


Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake.


Usa jî hûn ku hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda ne, nava wan pʼêşkʼêşada hê pêşda herʼin, kʼîjan civînê ava dikin.


Û ji pʼêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê xeber din û yêd din bira eʼnene kin.


Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe.


Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan.


Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.


û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.


Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rʼastîya ku gihîştîye we jî hʼîmgirtî ne.


Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi Rʼuhʼê Pîroz dua bikin,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ