Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Selanîkî I, 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Ji xwe hûn vê yekê ji bo hemû xwişk û birayên li seranserê Mekedonyayê ne, dikin. Lê xwişk û birano, em hêvî ji we dikin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 У һун иди ԝе һʼьзкьрьне һьндава һʼәму хушк-бьрайед тʼәмамийа Мәкәдонйайеда дьдьнә кʼьфше. Ле әм һиви жь ԝә дькьн хушк-бьрано, кӧ һун ԝе йәкеда һе пешда һәрʼьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 و بَراستی ژی اون تواوی مَنطَقا مقدونیه دا هَژَ همو بِرایا دِگَن. بله گَلی بِرایا، اَم اصراره وَ دِگَن گو وه شُله زِدَ و زِدَتِر بِگَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Selanîkî I, 4:10
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî xûşk-birayêd Mekedonyayê û Axayayê bi hevrʼa qayl bûn, ku alîkʼarîkê bidine cimeʼta Xwedêye belengaz, yêd ku Orşelîmêda dimînin.


Bona vê yekê min ji hingêva ku bona bawerîya weye ser Xudan Îsa û ew hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye,


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Bi vî awayî hûn bona hʼemû bawermendêd Mekedonyayê û Axayayê bûne nexşek.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Em bi saya Xudan weda guman in, ku me çi tʼemî dane we, hûn diqedînin û hûnê biqedînin jî.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ