Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 9:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 çawa nivîsar e: «Va Ez kevirekî likʼumandinê Sîyonêda datînim, zinarekî jê holbûnê lê her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

33 Wek ku hatiye nivîsîn: «Va ye, ez li Siyonê kevirekî terpilînê, Lateke hilterpilînê datînim. Lê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

33 чаԝа ньвисар ә: «Ва Әз кәвьрәки лькʼӧмандьне Сийонеда датиньм, зьнарәки же һолбуне ле һәр кәсе кӧ баԝәрийа хԝә Ԝи бинә, ԝе шәрми нәбә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 هَ وِسا گو کِتِبا اِشعیایه پِیغَمبَردا هاتیَ نِویساندِن: «بَرخوده، اَز بَرَگه دِدانِمَ ناو چییایه صَهیونه دا گو بِبیتَ باعیثه عَردی کَتِنه، و گَوِرَگ گو باعیثه کَتِنه بیت؛ و هَچی کَسه گو ایمانه بینیتَ وی، شَرمندَ نابیت.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 9:33
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›


Kʼî ku bikʼeve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne».


Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.


Çawa nivîsar dibêje: «Her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe».


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê tʼu kesê ji xaçê Mesîh pʼişk nebûya.


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ