Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 7:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

18 Çimkî ez dizanim ku di dilê min de, yanî di nefsa min de, tiştekî qenc nasekine. Daxwaza min heye, lê ez nikarim tiştê qenc pêk bînim

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әз заньм кӧ нава мьнда, аԝа готи бьнйатʼа мьнда, тʼӧ тьште ԛәнщ наминә, чьмки хирәта мьн ԛәбул накә, ле әԝ йәк мьнрʼа ль һәв найе.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون اَز دِزانِم گو ناو مِدا، آنی ناو جسمه مِدا، چه دِشده قَنج ناژین. چون گو داخازیا مِن اَوَیَ گو اَز اَو دِشدا گو قَنجَ بِگَم، بله اَز نِگارِم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 7:18
31 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.


Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».


Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji Rʼuhʼ dibe rʼuhʼ e.


Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertʼal û guh nedine wan xwestinêd binyatʼa xweye merivayî.


Çimkî ez feʼm nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çʼeʼvê min rʼeş e.


Belê wê qencîya ku dixwazim bikim nakim, lê xirabîya ku naxwazim wê dikim.


(Şikir ji Xwedêrʼa, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi hʼiş-aqilê xwe xulamtîyê qanûna Xwedêrʼa dikim û bi qalibê xwe xulamtîyê qanûna gunarʼa dikim.


Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.


Çimkî xwestina binyatʼa însên miqabilî Rʼuhʼ e, Rʼuhʼ miqabilî binyatʼa însên e. Ev her du li hev nakin, lema hûn nikarin xwestinêd xwe bikin.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Ez nabêjim ku ez îdî gihîştime meremê xwe yan jî îdî kʼamil bûme, lê ez pey kʼetime, ku wê xelatê qazinc kim, bona kʼîjanê Mesîh Îsa ez qazinc kirime.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ