Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 7:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Çimkî ez feʼm nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çʼeʼvê min rʼeş e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

15 Ez nizanim ku ez çi dikim. Çimkî tiştê ku ez dixwazim ez nakim, lê belê tiştê ku ez jê nefret dikim, ez dikim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

15 Чьмки әз фәʼм накьм чь дькьм. Нә кӧ ԝи тьшти дькьм, чь кӧ дьхԝазьм, ле ԝи тьшти дькьм, чь кӧ бәр чʼәʼве мьн рʼәш ә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 چون گو مِن هاژَ خو نینَ گو اَز چه دِگَم. بَر خاطره هِنده گو اَو شُلا گو اَز دِخازِم بِگَم ناگَم، بَلگو اَز هَمَن وه شُله دِگَم گو مِن ژه وه نَفرَت هَیَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 7:15
32 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi wê yekê hûn şeʼdetîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana pʼêxember dikuştin û hûn tʼirbêd wan çêdikin.


Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê.


Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin.


Tu çawa bawer dikî, bira nava te û Xwedêda bimîne. Xwezî li wî, yê ku bi van tiştêd ku feʼm dike ku rʼast in, xwe gunekʼar nake.


Lê heger ez tiştê ne bi dilê xwe dikim, Qanûnêrʼa qayl im, ku ew qenc e.


Çimkî xwestina binyatʼa însên miqabilî Rʼuhʼ e, Rʼuhʼ miqabilî binyatʼa însên e. Ev her du li hev nakin, lema hûn nikarin xwestinêd xwe bikin.


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Tu heqîyê hʼiz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi rʼûnê şabûnê rʼûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir».


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ