Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 6:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

21 Îcar hingê we çi ber ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, civand? Dawiya wan tiştan mirin e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

21 Һьнге ԝә жь кьрьнед хԝә чь бәр чьнин, бона кʼижана ньһа һун шәрм дькьн? Әԝ ахьрийе мерьв дьбьнә бәрбь мьрьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 وه وقتیدا ژه گِرِنا وان شُله گو اون نَهَ بَر خاطره وان شَرمندَنَ، چه کَتَ کیسگه وَدا؟ چون گو دوماییگا وان شُلا مِرِنَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 6:21
46 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku tʼenê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin.


Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.


Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.


Çimkî heger hûn li gora binyatʼa merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi Rʼuhʼ kirêd binyatʼa merivayê bikujin, hûnê bijîn.


Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye?


Lê ewê ku dirʼî û stirîya digihîne, bêkêr e û hêjayî nifirʼê ye, axirîya wê jî şewat e.


Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe.


bira ew zanibe yê ku gunekʼar ji rʼîya wîye xalifî vedigerʼîne, ew rʼuhʼekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna rʼesît dike.


Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Çimkî wan xûna cimeʼta Xwedê û pʼêxembera rʼêt û Te xûn li wan da vexwarinê. Rʼast ew xurê vê yekê ne».


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ