Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 6:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî hʼesab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

11 Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Ӧса жи һун хԝә һьндава гӧнәда мьри һʼәсаб кьн, ле һьндава Хԝәдеда сах, бь сайа Мәсиһ Иса.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا اون ژی دِبی خو راستا گُنَهه دا مِری بِزانِن و ناو مسیحْ عیسیْ دا، راستا خدادا ساخ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 6:11
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Şikir ji Xwedêyê tʼenêyî serwaxtrʼa, bi saya Îsa Mesîh, hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Mirina Ew mir, hindava guneda carekê bona her tʼim mir, lê jîyîna ku niha dijî, hindava Xwedêda dijî.


Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.


Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.


Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar.


Ez aha tʼexmîn dikim, ku cefê meyî vî zemanî, li ber rʼûmeta wê meva eʼyan be, ne tʼu tişt e.


Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke.


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ