Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 16:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

17 Îcar, birano, ez ji we hêvî dikim ku haya we ji wan mirovan hebe yên ku li hember wê hîndariya ku hûn hîn bûne, dubendiyê çêdikin û xelkê diterpilînin. Ji wan dûr bin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

17 Ньһа әз һиви жь ԝә дькьм хушк-бьрано, кӧ һун һʼәвза хԝә жь ԝан бькьн, йед кӧ жь ԝе һинбуне дәр, йа кӧ һун һин бунә, щӧдәбуне пешда тиньн у хәлԛе пʼьшк дькьн. Жь ԝан дур бьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 گَلی بِرایا، اَز لاواهیا وَ دِگَم، گو اون راستا وان مِرُوادا گو باعیثه جُداتیه نَ و مانِعا دِدانِنَ سَر رِیا وَ و گَل وه دَرسا گو اون فِر بونَ دا ضِدّن، هیشیار بِن؛ خو ژه وان دور بِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 16:17
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêrʼa bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pʼûtpʼarist û xercgira.


Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin.


Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.


Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Nabe ku sebebîya jirʼêkʼetinê tʼunebe, lê wey li wî, ku bibe sebebê vê yekê.


Me bihîstîye ku ji nava me hinek derkʼetine, ku me xwexa tʼemî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe zeʼmet dane we û fikirêd we tʼevîhev kirine.


Berî her tiştî, ez dibihêm, gava ku hûn dicivine civînê, nava weda dibe dutîretî û kêm-zêde ez bawer dikim.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Çʼeʼv bidine min xûşk-birano û dîna xwe bidine wan, yêd ku usa xwe xwey dikin, çawa ku me bi rʼabûn-rʼûniştina xwe nîşanî we kirîye.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.


Ji yê ku bêtʼifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr kʼeve.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


Ev ew meriv in, yêd ku dutîretîyê dikin, yêd ku bi merivayî têne rʼêberîkirinê, ne ku bi Rʼuhʼê Pîroz.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ