Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 14:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Îdî tu çima loma birê xwe dikî? Yan tu çima birê xwe bêhurmet dikî? Em hʼemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Îcar tu çima birayê xwe dadbar dikî? An tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber kursiyê Xwedê yê dîwanê rawestin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Иди тӧ чьма лома бьре хԝә дьки? Йан тӧ чьма бьре хԝә беһӧрмәт дьки? Әм һʼәмуйе жи ль бәр диԝана Хԝәде бьсәкьньн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 تِ بُچی سَر بِرایه خو قضاوته دِگَی؟ آن تِ بُچی بِرایه خو گوشگَ دِزانی؟ چون گو اَمه همو پِشیا تَخته قضاوتا خدا راوَستِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 14:10
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ev mesele jî wanrʼa got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe rʼast in û hʼemûyêd mayîn ber tiştekî hʼesab nedikirin.


Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.


Serda jî Bav dîwana tʼu kesî nake, lê hʼemû hʼukumê dîwankirinê daye Kurʼ,


Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêrʼûmetkirinê û bû serê eʼnîşkê›.


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ