Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 13:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Her merivek bira gurʼa wan hʼukumetîyada be, ku ser wîrʼa ne, çimkî tʼu hʼukumetî bêyî destûra Xwedê tʼune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

1 Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һәр мәрьвәк бьра гӧрʼа ԝан һʼӧкӧмәтийада бә, кӧ сәр ԝирʼа нә, чьмки тʼӧ һʼӧкӧмәти бейи дәстура Хԝәде тʼӧнә у әԝе кӧ һәнә жи, жь Хԝәдеда нә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هر کَسَگ دِبی ژه حاکِمِت خُدان قُدرَت اطاعته بِگَت. چون گو چه خُدان قُدرَت چِنینِن گو ژه آلیه خدا نَبِن و اَونه گو هَنَ، ژه آلیه خدا هاتنَ کِفش گِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 13:1
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Nehêle xirabî ser te kʼeve, lê bi qencîyê tu ser xirabîyê kʼeve.


Awa kʼî ku ber hʼukumetîyê rʼadibe, ew ber eʼmirê Xwedê rʼadibe û ewê ku rʼadibin, dîwana Xwedê ser xweda tînin.


Bi xofa Mesîhe nava xweda li ber hevdu xwe bişkênin.


usa jî bona pʼadşa û hʼemû serwêra, wekî em jîyîneke eʼdil û seqirʼî derbaz kin, bi tʼemamîya xwedênasîyê û maqûlîyê.


Bike bîra cimeʼtê, ku gurʼa serwêr û hʼukumeta bikin, guhdar bin û bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî bin.


Usa jî ew meriv pey xewna dikʼevin, qalibê xwe dihʼerʼimînin, dijenine serwêrtîya û heyînêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ