Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 12:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

9 Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

9 Һʼьзкьрьна ԝә һʼьләкʼари нибә, жь хьрабийе зьвер бьн, хԝә ль ԛәнщийе бьгьрьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بِلا مُحبّت خالص بیت. بِلا وَ ژه پیسیتیه نَفرَت هَبیت؛ خو قاهیم بِوَ دِشده قَنج بِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 12:9
30 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa.


Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,


Ez vê xeberdanêda eʼmirî ser we nakim, lê wekî hûn çʼeʼv bidine xîreta hinekêd din bona kʼomekdayînê, dixwazim we bicêrʼibînim, kʼa hûn hʼizkirinêda çiqas şîrhʼelal in.


Vê hîvîkirina meda ne tiştekî xêlif heye, ne hʼeramî û ne jî fêlbazî.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Tu heqîyê hʼiz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi rʼûnê şabûnê rʼûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir».


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ