Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Romayî 1:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku tʼenê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

32 Bi ser ku fermana Xwedê ya rast a ku dibêje: «Yên tiştên weha dikin, mirin heq kirine», dizanin jî, ew ne tenê van tiştan dikin, lê belê kêfa wan ji yên ku dikin re jî tê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

32 Бәле әвана һаш жь ԛануна Хԝәде һәнә, кӧ йед ван тьшта дькьн һежайи мьрьне нә, ле бәле нә кӧ тʼәне ван тьшта дькьн, ле һавьжийа хԝә жь кьрийа жи тиньн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 بِ وه حالی گو اَو اَمرِت خدا یه عادل دِزانِن گو اَونه گو شُله وِسا دِگَن لاییقه مِرِنه نَ، نه تِنه بوخو وان شُلا دِگَن، بَلگو اَونه گو وان شُلا دِگَن ژی تأیید دِگَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Romayî 1:32
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi wê yekê hûn şeʼdetîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana pʼêxember dikuştin û hûn tʼirbêd wan çêdikin.


Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.


Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.


Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


Belê wan Xwedê nas dikir, lê pesinê Wî nedan çawa Xwedê, ne jî ji Wî rʼazî bûn, lê belê ew nava fikirêd xweda pʼûçʼ bûn û ji dest bêfeʼmîyê şûna rʼeşva çûn.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ