Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 1:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

20 Sira van stêrên ku te di destê min yê rastê de dîtine û ya heft şamdankên zêrîn ev e: Heft stêr milyaketên heft civînên bawermendan in û heft şamdank heft civîn in.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

20 Сӧрʼа ван стәйрка, йед кӧ тә дәсте Мьни рʼастеда дитьн, ӧса жи һәр һʼәфт шәмданед зерʼин әв ә: Әԝ һәр һʼәфт стәйрк, мьлйакʼәтед һәр һʼәфт щьвина нә у әԝ һәр һʼәфт шәмдан, һәр һʼәфт щьвин ьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 سِرّا اَو هَفت سِتِره گو تَ ناو دَسته مِدا دیت و سِرّا اَو هَفت جیه چِرایَ زِر اَوَیَ: اَو هَفت سِتِر، میلیاکَته وان هَفت کلیسایانَ و اَو هَفت جیه چِرایه، اَو هَفت کلیسانَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 1:20
24 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Destê Wîyî rʼastêda hʼeft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdikʼet. Rʼûyê Wî mîna rʼoyê bû ku tʼemamîya qewata xweva şewq dide.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Li ser eʼnîya wê navekî surʼ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û KʼIRÊTÎYÊD DINYAYÊ.


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Tu çima eʼcêbmayî mayî? Ezê surʼa wê kʼulfetê û surʼa wî ceʼnewirê ku ewa lê sîyar e, kʼîjan ku hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hene, terʼa bêjim.


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Milyakʼetê civîna Pergamayêrʼa binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje:


Milyakʼetê civîna Tîyatîrayêrʼa binivîse bêjê: Kurʼê Xwedê aha dibêje, Yê ku çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe:


Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.


Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje:


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ