Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Petrûs II 3:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле Рʼожа һатьна Хӧдан ԝе мина дьзәки бе. Һьнге әʼзмане бь ԛужинийа мәзьн бәтавәбьн у тьштед бьн пʼәрʼе ԝанда жи ԝе бьшәԝьтьн ԝеран бьн, дьнйа у һәр тьштед ԝеда жи ԝе ӧнда бьн һәрʼьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بله رُژا زُوِرینا خاده بینا دِزَگه دیه بِت و اَسمان بِ دَنگَکه بِلند دیه بَین بِچِن، جسمه اَسمانی دا، دیه بِشَوتِن و بِهِلُشِن و عَرد و هَچی شُلا گو سَر وه قَوِمیَ دیه آشگَرا بیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Petrûs II 3:10
36 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.


Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.


Lê hûn vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan sihʼetê bihata, wê nehişta ku mala wî derevekira.


Belê eʼfirîn jî ber bayê betalîyê kʼetin, ne ku bi hʼemdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê. Lê belê ew guman hebû,


Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin.


wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda.


çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa.


çimkî hûn xwexa pʼak zanin ku Rʼoja Xudan wê mîna dizê şevê bê.


Lê hûn xûşk-birano, teʼrîyêda nînin ku ew Rʼoj mîna dizekî ser weda bigire.


Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin,


hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne.


Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin.


Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê.


«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.


Hingê min eʼrd û eʼzmanekî nû dîtin, çimkî eʼrd û eʼzmanê berê derbaz bûn û îdî beʼr tʼunebû.


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


Hingê eʼzman bû mîna kʼitêba gulomatkkirî li hev hate pʼêçʼanê, hilkʼişîya û hʼemû çʼîya û girav ji cîyêd xwe hʼejîyan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ