Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Petrûs II 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

14 Çavên wan tije zîna ye, ji gunehkirinê têr nabin û canên xilupilo dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye, ew zarokên nifirê ne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

14 Чʼәʼвед ԝан ль зьнекʼарийе йә, жь гӧнәкьрьне тʼер набьн, баԝәрмәндед нәшьдийайи пәй хԝә дьбьн, дьле ԝан тʼәне һини тьмакʼарийе буйә. Ньфьрʼ сәр ԝан ә!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چاوه وان پْر ژه زِنایه یَ و ژه گُنَه گِرِنه تِر نابِن. اَو وان مِرُوه گو سِستِن دِلِبینِن. دله وان فِرَ طمعه بویَ. اَو زارویِت ملعون!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Petrûs II 2:14
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi durʼûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî bi temê xirab jinekê binihêrʼe, ewî dilê xweda îdî tʼevî wê zinêkʼarî kir.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina hʼilekʼarî, milyakʼet-hʼebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çʼeʼva mijûl e. Yêd usa bi fikirêd pʼûçʼe merivayî pʼişika xweda diwerimin


Ew merivê ku ser du niga dikule, hʼemû gavêd xweda ne ser ya xwe ye.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Hʼemû neʼmêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku zeʼmet têne feʼmkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe.


Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çʼeʼvhavijî û kʼubar-babaxîya vî eʼmirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ