Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Petrûs I 1:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 lê xebera Xudan hʼeta-hʼetayê dimîne». Ev ew xeber e, ku bi Mizgînîyê werʼa hate dayînê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

25 Lê peyva Xudan her û her dimîne.» Ev ew peyv e ku bi Mizgîniyê ji we re hat dayîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

25 ле хәбәра Хӧдан һʼәта-һʼәтайе дьминә». Әв әԝ хәбәр ә, кӧ бь Мьзгинийе ԝәрʼа һатә дайине.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بله کلاما خاده حَتا اَبَده دِمینیت.» اَو کلامَ اَو خَبَرا خوشَ گو بُ وَ هاتَ وَعظ گِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Petrûs I 1:25
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî.


Lê eʼrd û eʼzmanê hê rʼihʼet derbaz bin, ne ku ji Qanûnê noktek unda be.


Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.


usa jî xebera Xwedêye qenc û qewatêd dinya wê bê teʼm kirine,


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Awa gotinêd pʼêxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çʼirakê ne, ku teʼrîyêda rʼonayê dide, hʼeta sibeh zelal be û steyrka berbirʼo dilê weda derê.


Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.


Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e.


Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ