Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 5:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

37 Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

37 Ле бьра готьна ԝә бьбә ‹бәле-бәле› йан жи ‹на-на›. Жь ве зедәтьр жь мирещьн ә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 بَهنده ”بَلِیا“ وَ ”بَله“ بیت و ”نَیا“ وَ ”نه“، چون گو خِنجی وینَ، ژه پیسیتیه تِت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 5:37
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.


û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan rʼeş kî.


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Ez hîvî nakim ku Tu wana ji dinyayê hildî, lê wekî Tu wan ji yê Xirab xwey kî.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne.


Li ser her tiştîrʼa jî bawerîyê mîna mertʼalê bigirine xwe, bi kʼîjanê hûnê bikaribin hʼemû tîrêd agirîye ku yê Xirab davêje, bitemirînin.


Hevdurʼa derewa nekin, çimkî we merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistîye


Bira xeberdana we tʼimê meʼrîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin.


Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.


Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi eʼzmên, ne bi eʼrdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin.


Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin.


Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ