Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 3:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

6 gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

6 гӧнед хԝә дьданә рʼуйе хԝә у жь ԝи чʼәме Урдӧнеда дьһатьнә ньхӧмандьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و گُنَهِت خو اعتراف دِگِرِن و ژه دَسته وی ناو چَمه اردنه دا غُسلا تعمیده دِگِرتِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 3:6
35 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn.


Wê ji zarʼêd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan vegerʼîne.


Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».


Wî çaxî hate bîra min ew xebera ku Xudan gotibû: ‹Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê›.


Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane rʼûyê xwe û kirêd xwe digotin.


Îdî çima derengî dêxî? Rʼabe were nixumandinê, gazî navê Wî ke ji gunêd xwe were şûştinê›.


Hʼemû jî tʼevî Mûsa bûne yek, eʼwr û beʼrêda hatine nixumandinê.


Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, tʼevî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn tʼevî Wî ji mirinê rʼabûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê rʼakir.


hînbûna ser nixumandina, destdanînê, rʼabûna mirîya û dîwana hʼeta-hʼetayê.


lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.


Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike,


Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ