Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 24:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Ewê milyakʼetêd Xwe bi borʼîya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji pʼerʼekî eʼzmana hʼeta pʼerʼê din.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

31 Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

31 Әԝе мьлйакʼәтед Хԝә бь борʼийа дәнге бьльнд бьшинә у ԝе бьжартийед Ԝи жь һәр чар ԛӧлба бәрәв кьн, жь пʼәрʼәки әʼзмана һʼәта пʼәрʼе дьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 اَو دیه میلیاکَتِت خو بِ دَنگا بِلندَ زِرنایه رِگَت و اَو میلیاکَت دیه بِژارتیِت وی ژه چار قُنجه عالَمه، ژه سَرَگه اَسمانی حَتا سَره دی، دُرا یِگودو خِر گَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 24:31
44 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin


Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Wî çaxî Ewê milyakʼetêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji pʼerʼêd eʼrdê girtî hʼeta pʼerʼêd eʼzmên.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


nişkêva, çawa çʼeʼvê xwe bigirî-vekî, dema borʼîya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava borʼî bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî rʼabin, emê jî bêne guhastinê.


ku gava wext pêrʼa bigihîje, ew tʼivdîr mîyaser be, hʼemû tişt bin serwêrtîya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li eʼrdê, hin jî li eʼzmana.


Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, bona hatina Xudanê me Îsa Mesîh û tʼopbûna meye cem Wî,


ku li wir borʼî lê dikʼet û dengê gotinê dihat. Gava yêd ku ev deng dibihîstin, hîvî dikirin, ku îdî xebereke din wanrʼa neyê gotinê,


Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, wê çar milyakʼet li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hʼişk girtine, wekî li eʼrdê, beʼrê û tʼu darê nexin.


Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ