Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Marqos 8:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Kʼûr kʼeser hatê û got: «Çima eva nisila li nîşanekê digerʼe? Ez rʼast werʼa dibêjim ku vî nisilîrʼa nîşanek nayê dayînê».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

12 Îsa ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş li nîşanekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek nayê dayîn.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

12 Кʼур кʼәсәр һате у гот: «Чьма әва ньсьла ль нишанәке дьгәрʼә? Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм кӧ ви ньсьлирʼа нишанәк найе дайине».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بله عیسی آخِنَگه کور ژه دل دا کِشا و گُت: «بُچی اَو نَسلَ دوو نیشانَگه دایَ؟ بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، چه نیشان بُ وه نَسله نایِتَ دایین.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Marqos 8:12
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisîya Wîrʼa gotin: «Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji Te bibînin».


Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.


Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.


Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir.


Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!»


Wî ew hiştin, dîsa kʼete qeyikê û derbazî wî berî golê bû.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».


Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ