Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Lûqa 7:47 - Peymana Nû (Încîl)

47 Bona vê yekê Ez terʼa dibêjim, gunêd vê ku gelek bûn hatine baxşandinê, lema evê gelek hʼiz kir. Çimkî kʼêrʼa gelek têne baxşandinê, gelek jî hʼiz dike. Lê kʼêrʼa hindik têne baxşandinê, ew hindikî hʼiz dike».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

47 Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

47 Бона ве йәке Әз тәрʼа дьбежьм, гӧнед ве кӧ гәләк бун һатьнә бахшандьне, ләма әве гәләк һʼьз кьр. Чьмки кʼерʼа гәләк тенә бахшандьне, гәләк жи һʼьз дькә. Ле кʼерʼа һьндьк тенә бахшандьне, әԝ һьндьки һʼьз дькә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

47 بَهنده اَز بُ تَ دِبِژِم، مُحبّتا وی یا گَلَک بَ وه هِندِیَ گو گُنَهِت وی گو گَلَکِن هاتنَ بَخشین. بله اَوه گو گِمتِر هاتیَ بَخشین، گِمتِر ژی مُحبّته دِگَت.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Lûqa 7:47
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kurʼê xwe yan qîza xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e.


Gava wî fêrisîyê ku ew tʼeglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva pʼêxember bûya, wê bizanibûya ku kʼî ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke çʼeʼvder bû.


Te serê Min rʼûn nekir, lê evê bi rʼûnê bînxweş nigêd Min rʼûn kirin.


Û wêrʼa got: «Gunêd te hatine baxşandinê».


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Hʼizkirina Mesîhe hindava meda pʼêyî ser me dike, çimkî em feʼm dikin, ku yek bona hʼemûya mirîye, ku usa ye hʼemû jî mirine.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ