Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Lûqa 14:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

13 Lê belê çaxê tu ziyafetekê çêkî, gazî belengaz, seqet, kulek û koran bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле гава тӧ хԝарьнәке датини, гази фәԛир, сәԛәт, йед дькӧльн у кора кә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بَجا وقته گو تِ مِوانداریَگه دِدَی، فقیر و ژارا، فلجا و مِرُوه شِل و مِرُوه گُورَ مِوان گَ

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Lûqa 14:13
34 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Eʼlaleteke giran hate cem Wî, ku tʼevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşeʼt û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber pʼîyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin.


Û ew xulam derkʼetine serê rʼîya, kʼî ku dîtin, qenc û xirab, tʼev civandin û mala deʼwatê bi xwendîyava tʼijî bû.


Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be.


Û Îsa tʼeglîfkirîyê Xwerʼa got: «Çaxê tu firavînê yan şîvê datînî, gazî heval-hogir, bira-pismam yan jî der-cînarêd xweye dewletî neke, nebe ew jî te tʼeglîf kin û qencîya te li te vegerʼînin.


Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê».


Û ew xulam vegerʼîya hat, ev hʼemû axayê xwerʼa gilî kirin. Hingê axa hêrs kʼet, xulamê xwerʼa got: ‹Zû herʼe meydan û kʼûçêd bajêr, feqîra, qopa, seqeta û kora tʼop ke bîne vir›.


Petrûs jî rʼabû tʼevî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, hʼemû jinebîya dora wî girt û bi girî ew kʼinc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan.


Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be,


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî.


Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ