Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 8:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

19 Bi ser de ev bira, ji aliyê civînan ve hat hilbijartin, da ku di xizmeta vê keremê de ji bo ku rûmeta Xudan û dilxwaziya me nîşan bide, bi me re bigere.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 у нә кӧ тʼәне һаԛас, ле ӧса жи жь алийе щьвинада һатә бьжартьне, кӧ бьбә һәвале ԝе рʼеԝитийа кӧ әм кʼомәкдайинерʼа ԛӧльх дькьн, бона рʼумәта Хӧдан у ԝәки әм дьлхԝәстьна хԝә жи ве йәкеда бьдьнә кʼьфше.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 نه تِنه اَوَ، بَلگو اَو بِرایَ ژه آلیه کلیسایا هاتیَ بِژارتِن گو هَ وِسا گو اَم خِذمَتا وه شُلا لطفه دِبَنَ پِش، گَل مَدا همسفر بیت. اَو خِذمَتَ بُ شُکوه و جلالا خاده و بُ نیشان دایینا خِیرخازایا مَیَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 8:19
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Bona vê yekê li tʼemamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin tʼevî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we,


Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Belê ev hʼemû bona we ye, ku gava kʼerem hê ser gelekada birʼije, şikirdarîya rʼûmeta Xwedê jî hê zêde be.


De îjar vê kirina xwe bînine sêrî, wekî rʼezedilîya xweda çiqas xîret dikin, haqas jî bînine sêrî, weke qewata xwe.


Çimkî heger hûn bi rʼezedilî kʼomekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kʼêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tʼune.


Em hʼevza xwe ji vê yekê jî dikin, ku nebe yek vî qulixê meyî merʼddayînêda me lomekʼar ke.


Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine.


Xwedê dikare hʼemû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav hʼemû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ