Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 5:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

20 Îcar wek ku Xwedê bi devê me hêvî dike, em ji bo Mesîh qasidiyê dikin. Em ji bo Mesîh lava dikin: «Bi Xwedê re li hev werin.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

20 Аԝа әм жь алийе Мәсиһда ԛасьдийе дькьн, чаԝа кӧ Хԝәде бь мә һиви жь ԝә дькә: Әм алийе Мәсиһда рʼәща жь ԝә дькьн, тʼәви Хԝәде ль һәв ԝәрьн!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 گورَیَگی وِنَ اَم سَفیره مسیحِن، وِسا گو خدا بِ واسِطا مَ داخازیا خو دِبِژیت. اَم بَدَلا مسیحْ لاواهیا وَ دِگَن گو گَل خدا پِگ وَرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 5:20
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.


û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike.


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ