Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 5:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tʼevî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

18 Evên ha hemû ji Xwedê ne. Wî bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn û xizmeta lihevanînê da me.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әв һәр тьшт жь Хԝәдеда нә, кӧ әм бь Мәсиһ тʼәви Хԝә ль һәв анин у ԛӧльхе льһәванине да мә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 تواوی اَو دِشدَنَ ژه آلیه خدانَ، هَمَن اَو خدایه گو بِ واسِطا مسیحْ اَم گَل خودا پِگ اینان و خِذمَتا پِگ ایناندِنه سِپاردَ مَ؛

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 5:18
29 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

çi mala ku hûn herʼinê, pêşîyê bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Çimkî çawa jin ji mêr e, usa jî mêr ji jinê ye, lê hʼemû jî ji Xwedê ne.


usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ