Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 12:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), hʼeta eʼzmanê sisîya hate hilatinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

2 Ez bawermendekî Mesîhê ku berî çardeh salan heta bi ezmanê sisiyan hat hildan nas dikim. Ez nizanim ka di bedenê de bû, ka li derveyî bedenê bû; ez nizanim, Xwedê dizane.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әз баԝәрмәндәки Мәсиһ нас дькьм, чардәһ сал пешда, (ньзаньм ԛальбда бу, ньзаньм бе ԛальб бу, әԝ Хԝәде занә), һʼәта әʼзмане сьсийа һатә һьлатьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَز مِرُوَگه ناو مسیحْ دا ناس دِگَم گو چارده سالا پِش نَهَ بُ اَسمانه سِیه ژِلَل هاتَ بِرِن، ایجا بِ بَدَن آن دَروَیی بَدَن اَز نِزانِم، خدا دِزانیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 12:2
40 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê.


Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda.


lê ew pê hʼesîyan rʼevîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan.


Gava ez vegerʼîyame Orşelîmê û pʼaristgehêda dua dikir, mîna sihʼetê ser minrʼa derbaz bû,


Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.


Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.


Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.


Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane!


Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin?


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke.


paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Wê kʼulfetê zarʼeke kurʼîn anî, ku wê bi şivdara hʼesinî şivantîyê li hʼemû mileta bike. Lê zarʼa wê hate rʼahiştinê, li cem Xwedê û ber tʼextê Wî.


Hema hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê tʼextek li eʼzmên hebû û yek li ser tʼext rʼûniştî bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ