Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 12:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

19 Ma ev demeke dirêj e ku hûn difikirin, em xwe li ber we diparêzin? Em bi saya Mesîh li ber Xwedê dipeyivin, îcar hezkirîno, her tişt ji bo avabûna we ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 Дьбә кӧ һун тʼәмамийа ви ԝәхтида дьфькьрьн, кӧ әм дьхԝазьн хԝә ль бәр ԝә рʼуспи кьн? На! Ле ль бәр Хԝәде әм йәктийа Мәсиһда хәбәр дьдьн у һәр тьшти дәлално, бона кʼара ԝә дьбежьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 ما حَتا نَهَ وَ وِسا فِکِر گِریَ گو اَم لاره وَ خو دِپارِزِن؟ اَم حُضورا خدادا بینا وان مِرُوا قِسَ دِگَن گو ناو مسیحْ دانَ، و گَلی عزیزان، هَچی شُلا اَم دِگَن بُ آوا گِرِنا وَیَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 12:19
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje».


Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Awa delalêd min, ji pʼûtpʼaristîyê birʼevin.


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.


Bi wê rʼastîya Mesîh, ya ku nava minda ye, rʼûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê.


Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.


Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ