Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 12:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Eva sê car e ez kʼarê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Çʼeʼvê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zarʼ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zarʼa.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

14 Va ye, ev cara sisiyan e ez amade me ku bêm ba we û ez ji we re nabim bar. Çimkî ez ne li ya ku bi we re ye, lê belê li we digerim. Çimkî divê ne zarok ji dê û bavê xwe re, lê belê dê û bav ji zarokan re mal bidin hev.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әва се щар ә әз кʼаре хԝә дькьм, кӧ сәр ԝәда бем. У әз гьранийе надьмә ԝә. Чʼәʼве мьн нә ль һәбука ԝә йә, ле ль ԝә йә! Чьмки нә кӧ гәрәке зарʼ бона де-бава бькьн, ле де-бав бона зарʼа.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 نَهَ اَز حاضِرِم گو بُ جارا سِیه بِمَ لاره وَ. اَز بُ وَ نابِمَ بارگِرانی. چون گو اَز دوو ماله وَدا نینِم، بَلگو اَز دوو وَدامَ. چون گو وَظیفا زاروگان نینَ گو بُ داییگ و بابه خو مالی خِر گَن، بَلگو داییگ و باب بُ زارویه خو مالی خِر دِگَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 12:14
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


Nebe ku yek kʼara xwe bigerʼe, lê ya hevalê xwe.


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.


Pey çûyîna qeza Mekedonyayêrʼa, ezê serîkî li we xim, çimkî ezê Mekedonyayêrʼa derbaz bim.


Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan hʼiz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêrʼim, lê hʼunurêd wan.


Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.


Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.


Rʼast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê hʼemûya, wekî hê geleka qazinc kim.


Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara kʼerem bistanda,


Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî.


Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê!


Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda.


Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ