Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 12:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

11 Min bêaqilî kir, we ez mecbûr kirim. Diviya ku ji aliyê we ve ez bihatama tewsiyekirin. Ji ber ku her çiqas ez ne tiştek bim jî, bi tu awayî tu kêmahiya min ji van şandiyên payebilind tune.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Рʼасти мьн беһʼьши кьр кӧ пʼәйе хԝә да, ле ԝә пʼейи сәр мьн кьр! Гәрәке ԝә пʼәйе мьн бьда. Әз тʼӧ тьштива жь ԝан шандийед ԝәйә әʼйан кемтьр нимә, ле әз хԝәха жи нә тʼӧ тьшт ьм.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَز به عاقل بومَ! وَ اَز بُ وه یگه مَجبور گِرِم. چون گو وَ دِبی مَحتا مِن گِره با. بِ وه حالی گو اَز چه دِشد نینِم، بله اَز ژه وان رسولِت مَزِن چه جورا گِمتِر نَبوم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 12:11
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Usa jî hûn, gava ew hʼemû tiştêd ku werʼa hatine eʼmirkirinê bikin, bêjin: ‹Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me dikʼet, me ew kir›».


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Pawlos, Apolo, Petrûs, dinya, jîyîn, mirin, tiştêd ku niha hene, yan yêd wê bên, her tişt pʼara we ne,


Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin.


Ez dixwazim ku hûn bikaribin hinekî bêhʼişîya min bibihêrin! Lê bikin ku bibihêrin jî!


Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim!


Nîşanêd şandîtîya rʼast, awa gotî nîşan, kʼeremet û kirêd qewat, nava weda bi tʼemamîya sebirê hatine kirinê.


Lê heger ez bixwazim jî pʼeyê xwe bidim, ev ne bêhʼişî ye, çimkî ez rʼastîyê dibêjim. Lê ez xwe digirim, ku nebe yek ser min tiştekî zêde bifikire, pêştirî tiştê ku ji min dibihê yan dibîne.


Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?


Heger me hʼişê xwe unda kirîye, ew bona Xwedê ye, lê heger em ser hʼişê xwe ne, ew bona we ye.


Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tʼu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ