Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 11:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Gava yek ser hʼalê xweda digirî, ez jî tʼevî wî digirîm! Gava yek ji rʼê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

29 Ma kî lewaz dibe û ez lewaz nabim? Ma kî tê terpilandin û ez naşewitim?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

29 Гава йәк сәр һʼале хԝәда дьгьри, әз жи тʼәви ԝи дьгьрим! Гава йәк жь рʼе те дәрхьстьне, дьле мьн жи дьԛьлԛьлә!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 کِیَ گو ضعیف بیت و اَز ضعیف نَبِم؟ کِیَ گو ره دَرکَویت و اَز ناو آگِره ویدا نَشَوتِم؟

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 11:29
36 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe».


Tʼevî yêd şa dibin şa bin û tʼevî yêd digirîn bigirîn.


Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bikʼevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên.


Çima malêd we tʼunene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi werʼa bêjim? Pʼeyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim!


Lema, gava endemek êşê dikʼişîne, hʼemû endem hevrʼa dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, hʼemû endem tʼevî wê şa dibin.


Serê aqil! Ew tʼoximê ku tu diçînî, hʼeta «nemire» jîyînêrʼa şîn nabe.


Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim.


Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista.


Bona sista dibime mîna sista, wekî yêd sist qazinc kim. Bona hʼemûya ez dikʼevime hʼalê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim.


Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin.


Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin.


Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba tʼeʼmûl kî. Te ew jî cêrʼibandin, yêd ku xwe şandî hʼesab dikin, lê rʼast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ