Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî II, 11:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

26 Min gelek caran rêwîtî kir; ez di talûkeyên çeman re derbas bûm, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên ji aliyê gelê xwe ve, di talûkeyên ji aliyê miletan ve, di talûkeyên di nav bajêr de, di talûkeyên di çolê de, di talûkeyên di deryayê de û ez di talûkeyên nav birayên qelp de derbas bûm.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

26 Гәләк рʼеԝитийед хԝәда нава щурʼә-щурʼә ԛәдә-бәлада бумә: Жь чʼәма, жь рʼебьрʼа, жь мьләте хԝә, жь нәщьһуйа, бажерда, чол-бәстада, сәр бәʼре, жь бьрайед дәрәԝ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 اَز همو جاره سَفَرادا بومَ، خطرا چَمادا دَرباز بویین، خطرا رِبِرا، خطرا قَومه مِن بوخو، خطرا قَومه گو یهودی نینِن، خطرا ناو شَهری دا، خطرا ناو چُله دا، خطرا ناو بَحره دا، خطرا بِرایِت دِرَوین؛

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî II, 11:26
35 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê.


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin


Wan çaxada bona Rʼîya Xudan gelekî şerʼ-deʼw pêşda hat.


Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,


weke sê meha li wir derbaz kir. Gava kʼarê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva vegerʼe.


Gava şerʼ-deʼw zêde bû, serhʼezar tirsîya ku ew Pawlos qet-qetî kin, eʼmirî eskera kir ku herʼine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê.


û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana tʼelek çêkiribû ku rʼêva wî bikujin.


Hingê eskera qirar kirin ku girtîya bikujin, wekî sobekʼarîyê nedin nerʼevin.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr?


Çima em jî her gav xwe davêjine ser sêla sor?


Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin.


Bajarê Şamêda welîyê berdestîyê Arêtas pʼadşa, bona ku min bigire, nobedar dabûne ber dergehêd bajêr,


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ