Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 9:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

5 Ma heqê me tune ku em wek Şandiyên din û wek birayên Xudan û wek Kîfas, jineke bawermend bi xwe re bigerînin?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

5 Гәло изьна мә тʼӧнә әм кʼӧлфәтәкә баԝәрийеда тʼәви хԝә бьгәрʼиньн, чаԝа шандийед дьн, бьрайед Хӧдан у Пәтрус дькьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ما مَ اَو حَقَ چِنینَ گو بینا رسوله دی و بینا بِرایِت عیسیْ خاده و بینا کیفا، ژِنَگه خُدان ایمان بِخازِن و مَ اَو گَل خودا هَبیت؟

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 9:5
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesîya wî tʼayêda pʼaldayî dît.


Xwesîya Şimhʼûn tʼayêda pʼaldayî bû. Hingê bona wê Îsarʼa gotin.


Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.


Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê.


Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».


Wî ew anî cem Îsa. Îsa li Şimhʼûn nihêrʼî û gotê: «Tu, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tê Kîfas bêyî gotinê» (awa gotî «Petrûs», ku tê feʼmkirinê: «Qeya»).


Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman.


Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.


Ez tʼemîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike.


Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me».


Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we eʼdilayîyê kir.


Jin ne xweserîxwe ye hʼeta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, tʼevî kʼê bixwaze dikare mêr ke, tʼenê bawermendê Xudan be.


Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye.


Lê yêd bê jin û jinebîyarʼa ez dibêjim: Qenc e ku ew mîna min bimînin.


Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be,


Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.


pîra çawa dîya xwe, kʼulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê hʼelal.


Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ