Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 8:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

4 Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

4 Аԝа дәрһәԛа ԝан ԛӧрбанед пʼутайә кӧ мәри дьхԝьн: Әм заньн кӧ пʼут һәйина хԝәва пʼучʼ ьн у Хԝәдеки дьн тʼӧнә, пештьри йәки.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بَجا راستا رِسقه بُ بُتا هاتی پِشکِش گِرِن، اَم دِزانِن گو «بُت چه دِشد نینَ،» و «خِنجی خدایَگه، چه خدایه دی چِنینِن.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 8:4
33 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îsa lê vegerʼand: «Ev e tʼemîya ser tʼemîyarʼa: ‹Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e.


«Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye.


lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê.


Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Em bêjin, heger merivekî ku îsafa xweye sistda fikara dike te bibîne, wekî tu «xweyîzanebûn» î û li sifra pʼaristgeha pʼûtda rʼûniştî yî, ne ew kirê te wê dil bide wî, ku ew jî qurbanêd pʼûtpʼaristîyê bixwe?


Û ji dest wê «zanebûna» te, birê teyî sist, bona kʼîjanî Mesîh mir, wê unda be.


Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.


Xwedê yek e, Ew Bavê hʼemûya ye, ku ser hʼemûyarʼa ye, bi hʼemûya ya Xwe dike û nava hʼemûyada ye.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,


Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ