Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

3 Lê eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

3 Ле һәгәр йәк Хԝәде һʼьз дькә, әԝ жь алийе Ԝива наскьри йә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بله هَگو مِرُوَگ هَژَ خدا دِگَت، خدا اَوی ناس دِگَت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 8:3
29 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.


Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin,


Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Xwedê dest ji cimeʼta Xwe nekir, kʼîjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot?


Niha em çawa qeretʼûkî neynikêda dibînin, lê hingê emê rʼû bi rʼû bibînin. Niha ez ji pʼirʼî-hindikî zanim, lê hingê ezê tʼam nas bikim, çawa ez hatime naskirinê.


Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku çʼeʼva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivrʼa derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî hʼiz dikin».


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.


Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.


Ez haş ji kirêd te, hʼizkirina te, bawerîya te, xizmetkʼarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextîyê ji yêd pêşîyê zêdetir in.


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ