Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 7:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

17 Lê Xudan çawa li her kesî leva kiribe, Xwedê çawa gazî her kesî kiribe, bila wisa bijî. Ez vê li hemû civînên bawermendan emir dikim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

17 Ԝәки дьн әз дьбежьм: Хӧдан чаԝа пʼара һәр кәси да у чаԝа Хԝәде гази һәр кәси кьр, бьра ԝәкә ԝе йәке жи бьжи. Әв ә тʼәмийа кӧ әз дьдьмә һʼәму щьвина.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 تِنه، هر کَس دِبی وِسا گو خاده بُ وی کِفش گِریَ و خدا اَو بُ وه گاز گِریَ بژیت. اَوَیَ حُکمه مِن تواوی کلیسایادا.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 7:17
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike».


Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,


Lê heger yek bixwaze vê yekêrʼa bikʼeve deʼwê, eʼdetekî meyî din tʼune û ne jî yê civînêd Xwedê.


Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.


çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpʼergalîyê ye, lê Yê eʼdilayîyê ye. Çawa nava hʼemû civînêd cimeʼta Xwedêda,


Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin:


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


Heger yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira sinetbûna xwe îdî neguhêze. Heger yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira îdî sinet nebe.


Xûşk-birano, kʼî çi hʼalîda hate gazîkirinê, bira nava wêda jî li ber Xwedê bimîne.


Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye.


Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd hʼemû civînaye her rʼoj jî ser min tʼop dibin.


Tʼevî wî em wî birayî dişînin, yê ku hʼemû civînada bona Mizgînîdayînê pesinê wî didin


Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ