Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 4:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Heger wê jîyîna weye tʼevî Mesîhda bi hʼezara tʼerbetdarêd we hebin, lê tʼenê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye tʼevî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê kʼetin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

15 Çimkî di baweriya Mesîh de, eger deh hezar perwerdekarên we hebin jî, gelek bavên we tunin; bi Mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de ez bûm bavê we.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

15 Һәгәр ԝе жийина ԝәйә тʼәви Мәсиһда бь һʼәзара тʼәрбәтдаред ԝә һәбьн, ле тʼәне бавәки ԝә һәйә, чьмки ԝе жийина ԝәйә тʼәви Мәсиһ Исада һун жь мьн бь Мьзгинидайине дьне кʼәтьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 چون هَگو وَ ناو مسیحْ دا هزاران ماموستا ژی هَبِن، وَ گَلَک باب چِنینِن، چون گو اَز بِ واسِطا انجیله ناو مسیحْ عیسیْ دا بومَ بابه وَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 4:15
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Min diceʼdand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, kʼîderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser hʼîmê hinekêd din çêkim.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.


Yê daçʼikand û yê avda yek in û her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe.


Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.


Usa jî Xudan eʼmir kir, ku yêd Mizgînîyê dannasîn dikin, ji Mizgînîyê bijîn.


Belê ez nikarim pʼeya bidime xwe heger ez Mizgînîyê dannasîn kim, çimkî ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgînîyê dannasîn nekim!


Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.


Van hʼemû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-pʼarê dua-dirozgêd ser wê.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Bi vî awayî Qanûn bû tʼerbetdarê me û em berbirʼî Mesîh anîn, ku em bi bawerîyê rʼast bêne hʼesabê.


Lê niha ku bawerî hat, em îdî ne bin destê tʼerbetdarê Qanûnêda ne.


Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.


Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Ez Pawlos bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te vegerʼînim (lê ez bi vê yekê naxwazim bêjime te, ku tu jîyîna xweva deyndarê min î.)


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ