Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 3:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Li gor kerema Xwedê ya ku ji min re hat dayîn, min wek qesirbendekî şehreza bingeh danî, yekî din jî li ser ava dike. Bila her kes bala xwe bidiyê ku çawa li ser ava dike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Мьн жи ԝәкә ԝе кʼәрәма кӧ Хԝәде да мьн, мина чирәдәстәки сәрԝахт һʼим авит, ле йәки дьн сәр чедькә. Ле бәле тʼәне бьра һәр кәс һаш жь хԝә һәбә, чаԝа чедькә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 گورَیَگی وه لطفا گو خدا دایَ مِن، مِن بینا معمارَگه هُستا خیم دانا و یگَ دی سَر وه وِیَ چه دِگَت. هر کَسَگ هیشیار بیت گو سَر وه خیمه چاون چه دِگَت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 3:10
37 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?


Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir.


Awa haş ji xwe hebe, dibe ku ew rʼonaya nava teda teʼrî ye.


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire.


Lê alîkîva min turuş kir werʼa nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê kʼerema ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê,


Min diceʼdand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, kʼîderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser hʼîmê hinekêd din çêkim.


Çimkî hʼîmekî din kesek nikare bavêje, pêştirî yê avîtî, ku Îsa Mesîh e.


Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku pʼara Xudan kʼetin.


Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafirʼin. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be.


Hûn ser wî rʼikʼinê şandîya û pʼêxembera avakirî ne, kevirê eʼnîşka kʼîjanî Mesîh Îsa Xwexa ye.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî».


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî.


Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî.


Donzdeh hʼîmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn.


Hʼîmêd sûra bajêr bi her cûrʼe kevirêd xase qîmet hatibûne xemilandinê. Hʼîmê pêşin yaspîsê sipî bû, yê duda safîrê şîn, yê sisîya xalkêdonê kʼeskê vekirî, yê çara zimrûdê kʼesk,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ