Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 2:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

13 Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әм бона ван тьшта бь готьнед жь сәрԝахтийа мәрьвайе һинбуйи хәбәр надьн, ле бь готьнед һинкьрьна жь Рʼӧһʼе Хԝәде хәбәр дьдьн, тьштед рʼӧһʼани ԝанрʼа шьровәдькьн, йед кӧ хԝәйи-Рʼӧһʼе Хԝәде нә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 و اَم راستا واندا قِسَ دِگَن، بله نه بِ قِسه گو بِ حکمتا بَشَری هاتنَ دَرس دایین، بَلگو بِ قِسه گو رِحا خدا اَوان فِر دِگَت؛ و وِسا اَم راستیه روحانی، بُ مِرُوه روحانی، دِبِژِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 2:13
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî Rʼuhʼê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin».


Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê.


Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje.


Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.


Heger me nava weda tiştêd rʼuhʼanî çandin, gelo tiştekî mezin e, ku ji we tiştêd vê dinê bidirûn?


Zebûr û dirozga, stiranêd rʼuhʼanî hevdurʼa bêjin, bistirên û dilê xweda Xudanrʼa bilovînin.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ