Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê belê Xwedê bi Rʼuhʼê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî Rʼuhʼ her tiştî eʼnene dike, hʼeta nêt-meremêd Xwedêye kʼûr jî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Lê Xwedê ew bi Ruh ji me re kifş kirin. Çimkî Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле бәле Хԝәде бь Рʼӧһʼе Хԝә әв йәк ль бәр мә вәкьр. Чьмки Рʼӧһʼ һәр тьшти әʼнәнә дькә, һʼәта нет-мәрәмед Хԝәдейә кʼур жи.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 خدا اَو دِشدَنَ بِ واسِطا رِحا خو بُ مَ آشگَرا گِریَ. بَر خاطره هِنده گو رِحا خدا همو دِشدی، دِوَکُلیت، حتا سِرّت خدا یه کور.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 2:10
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî».


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


Lê heger li ber yekî ji nava rʼûniştîya jî tiştek vebe, îdî bira yê pêşin dengê xwe bibirʼe.


Kʼî haş ji kêl-meʼnîyêd mêriv heye, pêştirî wî rʼuhʼê nava wîda? Usa jî kes haş ji ya Xwedê tʼune, pêştirî Rʼuhʼê Xwedê.


Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir.


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.


Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.


Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Lê belê Ez we, yêd mayînrʼa dibêjim ku Tîyatîrayêda ne, lê pey vê hînkirinê nekʼetine, ew ‹Surʼêd mîrêcine kʼûr› nizanin çawa ku ew dibêjin. Ez barekî din nadime ser milê we,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ