Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 16:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin:

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

1 Îcar heçî alîkarî civandina ji bo pîrozan e, wek min li civînên bawermendan ên li Galatyayê tembîh kiriye, hûn jî wisa bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ле ньһа дәрһәԛа кʼомәктʼопкьрьна бона щьмәʼта Хԝәде, мьн чаԝа тʼәми да щьвинед Галатйайе, һун жи ӧса бькьн:

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 نَهَ راستا خِرگِرِنا دیاریا بُ اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ: اون ژی اَو دِشدا گو مِن بُ کلیسایه مَنطَقا غَلاطیه دا اَمِر گِر، بیننَ جی.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 16:1
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.


Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.


Awa pey gelek salarʼa ez vegerʼîyam hatime Orşelîmê, ku kʼomekê bidime miletê xwe û hʼedîya bidim.


Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye.


Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.


destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin.


Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.


Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim.


Tʼenê wan hîvî kir, ku em belengaza bîr nekin, ya ku ez xwexa jî demana wê yekêda me.


çimkî bona wê hʼizkirina teye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda û bawerîya teye hindava Xudan Îsada dibihêm.


Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ