Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 15:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

1 Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әз ԝе Мьзгинийе дьхԝазьм биньмә бира ԝә хушк-бьрано, йа кӧ мьн ԝәрʼа даннасин кьр у ԝә ԛәбул кьр, сәр ԝе жи сәкьнинә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی بِرایا، نَهَ اَزه اَو انجیلا گو مِن بُ وَ وَعظ گِر بینمَ بیرا وَ، هَمَن اَو انجیلا گو وَ قَبول گِر و اون سَر راوَستانَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 15:1
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.


Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine.


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Rʼast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê hʼîm girt. Kʼubar nebe, lê bitirse.


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin,


Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.


Heger wê jîyîna weye tʼevî Mesîhda bi hʼezara tʼerbetdarêd we hebin, lê tʼenê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye tʼevî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê kʼetin.


Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ