Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 14:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ez çi bikim? Ezê hin bi rʼuhʼê xwe dua bikim, hin jî bi hʼişê xwe, hin bi rʼuhʼê xwe bistirêm, hin jî bi hʼişê xwe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

15 Îcar ez çi bikim? Ezê bi ruh dua bikim û ezê bi hiş jî dua bikim; ezê bi ruh lavijeyan bêjim û ezê bi hiş jî lavijeyan bêjim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әз чь бькьм? Әзе һьн бь рʼӧһʼе хԝә дӧа бькьм, һьн жи бь һʼьше хԝә, һьн бь рʼӧһʼе хԝә бьстьрем, һьн жи бь һʼьше хԝә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَز دِبی چه بِگَم؟ اَزه بِ رِحا خو دعایا بِگَم، بله اَزه بِ عاقله خو ژی دعایا بِگَم؛ اَزه بِ رِحا خو اِستِرانا حمد و ثنایه بِخونِم، بله اَزه بِ عاقله خو ژی اِستِرانا حمد و ثنایه بِخونِم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 14:15
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Niha em çi bikin? Wê eʼse bibihên ku tu hatîyî.


Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim


Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).


Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, kʼî dikare miqabilî me be?


Belê ez çi bêjim? Gelo pʼût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd pʼûtarʼa têne dayînê berga tiştekî digirin?


Çimkî gava ez bi zimanêd xerîb dua dikim, ew rʼuhʼê min dua dike, lê hʼişê minda tişt rʼûnanî.


Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Lê firqî tʼune! Çawa jî bibe, heger ewana bi qelpîyê yan bi rʼastîyê Mesîh dannasîn dikin, ez bi vê yekê şa me. Belê ezê şa bim jî,


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Heger yek ji we teʼlî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê.


Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi Rʼuhʼê Pîroz dua bikin,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ