Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 13:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

13 Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Û ji van ya herî mezin hezkirin e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

13 Аԝа ньһа әв һәрсек дьминьн: Баԝәри, гӧман у һʼьзкьрьн. Ле һʼьзкьрьн сәр ԝанрʼа йә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بَجا نَهَ، اَو سه دِشدَنَ دِمینِن: ایمان، اُمید و مُحبّت. بله ناو وانَدا همویا مَزِنتِر مُحبّتَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 13:13
43 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewî lê vegerʼand û got: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya qewata xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›, ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼiz bike›».


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê.


Heger şixulê yekî ser vî hʼîmê çêkirî bimîne, ewê heq bistîne,


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Mesîh bona hʼemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê rʼabû.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Û ser van hʼemûyada hʼizkirinê li xwe kin, ya ku van hʼemûya bi yektîya tʼam hevva girêdide.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê.


Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e.


Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke hʼîmgirtî û amin, ku pʼerʼda pîrozgeha eʼzmênrʼa derbazî hindurʼê Cîyê Herî Pîroz dibe,


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Ewê ku birê xwe hʼiz dike, nava rʼonayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji rʼê bikʼevin.


Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine.


Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kurʼ û Bavêda bimînin.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ