Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 12:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

8 Bi saya Ruh ji yekî re peyva şehrezayiyê, ji yekî din re jî bi eynî Ruhî peyva zanînê tê dayîn,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

8 Йәкирʼа жь Рʼӧһʼ хәбәра сәрԝахтийе те дайине, йәкирʼа хәбәра занәбуне хут жь ԝи Рʼӧһʼи,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 چون گو بُ یگه بِ واسِطا رِحا خدا، کلاما حکمته دِتَ دایین، و بُ یگَ دی بِ واسِطا هَمَن رِحه، کلاما مَعریفَته،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 12:8
30 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Belê hûn bi yektîya Wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Awa xûşk-birano, heger ez bême cem we bi zimanêd xerîb xeber dim, ezê çi kʼarê bidime we? Tʼu kʼarê nadim heger ez eʼyantîyê, yan zanebûnê, yan pʼêxembertîyê, yan hînkirinê werʼa neynim?


Kʼî haş ji kêl-meʼnîyêd mêriv heye, pêştirî wî rʼuhʼê nava wîda? Usa jî kes haş ji ya Xwedê tʼune, pêştirî Rʼuhʼê Xwedê.


Çawa nivîsar e: «Kʼê nêt-fikira Xudan pê hʼesîya, ku şîretekê bide Wî?» Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ